[H] >  [Hekim Sefqan Şarkı Çevirileri] > Bend A Te Bim Şarkı Çevirisi
Sponsored Links

Hekim Sefqan - Bend A Te Bim

Gönderen:epica
Eklendi:
Yeni Çeviri Eklemek İçin Tıklayın Çeviri Ekle      Hata DüzeltHata Düzelt
Bila hemu dîwarên kevn û nû
Xwe liber pişta min bi rizînin.
Ezê pala wxe bidim esman,
Hemu rojan pîr, hem û şevan kal bikim.
Dawîya hemu rîyan ezê ber bi dilê xweve bi kişînim.
Ezê hemu deryayan noqê histirên xwe bi qedînim.
Hemu avan bi fetisînim.

Ezê pala xwe bidim xwe û li bend a te bim...


Yek û yek û ezê terkên rîye bendewarîyê,
Bi hêviyan bi sekinînim.
Yek û yek û ezê girtîyên azadîyê bêhn bikim. Ezê yek û yek û histrên dayîkan veşêrim.
Telefa hemu şewatan,
Bêhna hemû deryayan,
Û jan a hemû êşan
Ezê boxçik a nava vîn a xwede kom bikim.

Ezê pala xwe bidim hêviyan û li bend a te bim.

Ezê hemû xaf o tohmetan,
Hem gazind û girênakan,
Hemû roj û şevan hilînim.

Ezê pala xwe bidim te û li bend a te bim...
© 2003-2024 www.alternatifim.com/ Her Hakkı Saklıdır.